Erdogan ket nav “Lîsteya Dijminên Azadiya Çapemeniyê”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ket nav “Lîsteya Dijminên Azadiya Çapemeniyê”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ket nav “Lîsteya Dijminên Azadiya Çapemeniyê”

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor di 2ê Mijdarê de “Roja Têkoşîna Bêcezakirina Sûncên Li Dijî Rojnamevavan Tê Kirin” de herî dawî navê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî zêde kir.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor dibêje, Erdogan ji medyayê hez nake û dixwaze medya li gor hizrên wî tevbigere û pesnê wî bide.

Di nav lîsteyê de digel Erdogan de, gelek serokdewletên wekî Serokê Sûriyê Beşar Esad, Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn, Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî, Şahê Siûdiyê Salman Abdulazîz û rêxsitinên wekî DAIŞ û Talîban jî hene.

Li Tirkiyê herî dawî berî 14 salan Sererkanê berê yê Tirkiyê HUseyîn Kivrikoglu ketibû nav “Lîsteya Dijminên Azadiya Çapemeniyê”