Tirkiyê:Li werzê zivistan û buharê jî operasyona li dijî PKK wê didome

Tekez kir ku, ewê dezgehên dewletê ji wan kesan paqij bikin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu da xuyakirin, ewê vê zivistan û buharê hember PKK'ê û alîgirên wê operasyonên dijwar pêkbînin û wiha bikin ku kes nikaribe navê PKK bilêv bike.

Derbarê vê yekê Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu got, bi fermana Serokomar ji 20'ê vê mehê heta meha Adarê ewê li bajarên Bakurê Kurdistanê bimîne û heta meha Nîsanê operasyonên pir dijwar hember PKK û alîgirên wê pêk bînin.

Da zanîn ku,, ewê zivistanê derbeyên wiha lêbidin ku, di dîroka xwe de nedîtine. Wiha bikin ku êdî li vî erdê kes nikare navê PKK bilêv bike, diyarkir ku, bila kesên alîgiriya PKK'ê dikin, hêviya merhemetê ji wan nekin.

Herwiha tekez kir ku, ewê dezgehên dewletê ji wan kesan paqij bikin û wan deriyên 370 komeleyan daxistine û kîlît kirine û kî di wêre bila biçe wan deriyan veke.