Li Tirkiyê di şevekê de 370 komele hatin girtin

Bi hiceta piştgiriya terorê hatin girtin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Bi rêya biryarnameyeke Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê di şevekê de 370 komele bi mebesta ku piştevaniya terorê dikin hatin girtin. Di nava wan de komeleyên parêzer, çand û hûnera Kurdan, zarok û jinan jî cih digirin.

Li Tirkiyê bi rêya biryarnameya ku hate ragihandin di şevekê de 370 komele bi hinceta ku piştevaniya rêxistinên terorê dikin hatin girtin. Di nava wan dam û dezgehan de komeleyên, jin, zarok, ciwan, çand û hunera Kurdan, dorparêzî, mafên mirovan û mafê penaberan jî cih digirin. Operasyona derbarê van komeleyan de di çarçoveya xala 11emîn ya Rewşa Awarte de hate destpêkirin.

Li gorî vê biryarnameyê li 39 bajarên Tirkiyê ev operasyon hatiye destpêkirin û ji ber ku li beramberî ewlehî û aramiya Tirkiyê astengin ew komele biryar hatiye wergirtin bêne girtin. Li gorî biryarnameyê 153 jê komele bi rêxistina Fetullah Gulen, 190 jê bi PKKê re, 19 jê bi DHKP-Cê re û 8 jê jî bi DAÎŞê re têkîldarin. Di heman demê de di biryarnameyê de hatiye ragihandin wê têkoşîna li dij hemû kom, pêkhate û saziyên bi terorê re têkîldar bêrawestan her berdewam bike. Li beramberî vê biryarnameyê dam û dezgehên civakî û rêveberên komeleyên ku deriyê wan hatiye mohrkirin reaksiyoneke tund nîşandan.

Rêveberê Federasyona Malbatên Girtiyan Mehmet Baytekîn  wiha got:"Komele û dezgehên me qedexe kirin, ev nayê wê wateyê ku em karê xwe nameşînin. Em li ser piyan e, bila komele tune be. Em li kolanan, deveran, gundan û bajaran dîsa karê xwe dimeşînin. Hûn dizanin 200 hezar kes di bin çavan de ye."

Rêvber û serokên komeleyên ku hatine girtin nîşadayîna reaksiyonên xwe berdewam dikin. Li gorî daxuyaniyan ew ê têkoşîna xwe ya parastina mafan û pergala hiqûqê her berdewam bikin. Ew ê têkoşîna xwe di navbeyna çar dîwaran de girtî nehêlin û heta di divê doza xwe ya mafdar de bi ser bikevin wê gavê bi paş de neavêjin û hemû binpêkirin û eybiyên hikûmet û qesrê ku dixwaze girseya muxalîf bê deng bixe her eşkere bikin.

Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Engîn Gokoglu wiha axifî:"Komeleya me ÇHD di warê hiqûqê de alikariya hemû kesên ku mafê wan  hatiye binbêkirin û tê binpêkirin dike. 3 hezar parêzerên ku girêdayî komeleya me ne hene û girtina komeleya me pêşiya xebatên me nagre."

Di nava wan dam û dezgehan de komeleyên wek NÇM, Kurdî-Der û Seyrî Mesel ku di warê çand, hûner û zimanê Kurdî de kar û xebatên xwe dimeşandin jî cih digirin. Di heman demê de di nava wan de Komelaya Aştiyê ku komeleyeke di bin banê Neteweyên Yekbûyî de karên xwe dimeşîne jî hatiye girtin. Sekreteriya Konseya Aştiyê ya Cîhanê jî di vê derbarê de daxuyaniyek ragihand û hikûmet di warê kiryarên ne yasayî û der demokrasiyê de hişyar kir û xwest ku ligel hemû komeleyan Komelaya Aştiyê jî bê vekirin.