Operasyona hevbeş rewşa şerê Mûsilê aşkere kir
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragehand ku, ewê li ser alîkarî û piştgiriya Hêzên Iraqê berdewam bin heta ku, bajarê Mûsilê bi temamî kontirolbikin.
di kongiryeke rojnamevanî de ya fermandeyên operasyona hevbeş li navenda Geyara a leşkerî, her yek ji Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî John Deryan, Berdevkê fermandeyê hevbeş û Berdevkê Wezareta Pêşmerge rawşa şerê li Mûsilê aşkere kirin.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet amaje bi yekê kir ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pilana xwe ya taybey hene û li mihwerên şer piştgiriya Hêzên Iraqî dike.
Ji aliyê xwe Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Jhon Deryan ragehand ku, ewê li ser alîkarî û piştgiriya Hêzên Iraqê berdewam bin heta ku, bajarê Mûsilê bi temamî kontirolbike.da zanî ku, pêwîste parastina sivîlan ji aliyê Hêzên Iraqê ve giring be.
Doryan da zanîn ku, Hevpeymaniya Navdewletî 4 hezar bombe avêtine bingehên DAIŞê li Mûsilê,59 otombîlên bombekirî jî teqandine û 80 tonelên DAIŞê kontirolkirine.Herwiha amaje bi yekê kir ku, Hêzên esmanî yên Iraqê jî 900 êrîş li ser mulge û navendên DAIŞê kirine.