Heşda Şeibî Firokxaneya Tileferê kontrol kir

Çekdarên mîlîsayên Heşda Şeibî yên Şî'î berî bîstekê ragihandin, firokxaneya Tileferê kontrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên mîlîsayên Heşda Şeibî yên Şî'î berî bîstekê ragihandin, firokxaneya Tileferê kontrol kirin.

Mîlîşya Bedir bi serokatiya Hadî Amirî ragihandibû, çekdarên wan gihêştine nêzîkî sûra firokxaneya Tileferê. Malpereke nêzîkî Heşda Şeibî ragihand, çekdarên Heşda Şeibî bi temamî kontrol kirin.

Îro wê mîlîşyayê ragihandibû, ku çekdarên wê karîne derdora wê firokxaneyê ji 4 aliyan ve kontrol bikin û çekdarên DAIŞê tê de dorpêç bikin.

Firokxaneya Tileferê 55 k.m li rojavayê Mûsilê ye. Pêşveçûna Heşda Şeibî berve Tileferê bûye cihê nîgeraniya Tirkiyê û berî demekê Enqerê hişyarî dabû Heşda Şeibî, heger biçin nava Tileferê wê demê ewl karta xwe bo bersivdanê bikar bîne.

Operesyona Mûsilê ji 17 Cotmehê ve dest pê kiriye û 45 hezar leşker û çekdarên Şîe yên Iraqê tê de beşdar in. Herwiha hêza Pêşmerge, çekdarên Sune û xelkê wî bajarî jî di operesyonê de beşdar in.