Hejmara xwendekarên koçber aşkere dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê ragihand, 179 hezar xwendekarên Penaber li Herêma Kurdistanê hene û hinek ji ber hokarê aborî, civakî û temen ji xwendinê dûr ketine û hewl didin bo proseya xwendinê vegerînin.
Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di Konferansa Krîza Koçber û Penaberan li Dihokê ragihand, Wezarta Perwerde hewl dide keresteyên xwendinê bo zarokên koçber û penaber dabîn bike, wek avahiya dibistanan keresteyan jî, pirtûk û textan. Herwiha bi rêxistinên pêwendîdar re jî derfetên xwendinê vedikin.
Konferansa Krîza Koçber û Penaberan li Dihokê bo du rojan birêve diçe, K24ê jî sponserê medyayî ya vê konferansê dike û dîbeyta zindî bo bîneran vediguhêze.
Wezîrê Perwerde Piştîwan Sadiq amaje bi nûjenkirina dibistanan kir, bi taybetî ewên li Parêzgeha Dihokê koçber û penaber tê de niştecih kirine.
Sadiq di axaftinên xwe de got, 100 avahiya dibistanan li Herêma Kurdistanê bo zarokên koçber hatine terxankirin, tevî ku ji 3 salên borî ve, nikarîne avahiyên nû bo dibistanan ava bikin.
Herwiha Sadiq soza avakirina çendîn dibistanan li Herêma Kurdistanê da.