Operasyona Mertala Feratê berdewam e

Di 24 saetên dawî de 80 bingehên DAÎŞê û bingeheka PYDyê hatine xistin.

K24-Navenda nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyeyê ragihand ku, Di operasyona Cerablûsê de 3 leşkerên wan birîndar bûne û endamekî opozîsyonê jî canê xwe ji dest daye.

Sererkaniya Tirkiyeyê diyar kir ku, operasyona wan a li Cerablûsê di roja xwe ya 87 mîn de berdewam dike. Di 24 saetên dawî de  80 bingehên DAÎŞê û bingeheka PYDyê hatine xistin. 

Li gor ragihandina Sererkaniya Tirkiyeyê şer û pevçûn jî rûdane û di encamê de 3 leşkerên wan 18 endamên opozisyonê birîndar bûne û endamekî opozîsyonê cane xwe ji dest daye. Herwiha 4 endamên PYDyê û endamekî DAÎŞê canê xwe ji dest dane.