Hevpeymaniya Navdewletî çekdan bo HSD rêdike

Bi armanca piştgiriya HSD di operasyona rizgarkirina Reqayê ew hêz hatiye şandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bareke zêde ji çekan rêkirin Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) re yên ku, neha operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê bi navê xezeba feratê destpêkirine.

Derbarê wan barên çekan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir , tê de ragehand ku, barên mezin ji çekan giheştin destê HSD ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê.

Rewangehê da zanîn ku, ew çek giheştine derdora Reqa û bajarê Hesekê bicih bûne.Aşkere kir ku, barhilgirên çekan û otombîlên leşkerî li bajarê Qamişlo hatine dîtin û ber bi derdora Reqayê û Kobanê ve diçûn.

Li gor Rewangê Amerîka wê beşdariyê di operasyona xezeba feratê de bike ew jî bi hejmareke zêde.