Wezîrê Dad yê Tirkiyê:Ti cûdahî nav bera Demîrtaş û girtiyên din de nîne

Herwiha aşkere kir ku, Dozger çawa nêzikê bergûmanên din bûbe wisa jî nêzikê parlementerên HDPê bûye.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag dibêje ti cûdahî nav bera parlementerên HDPyê yên girtî û girtiyên din de nîne.

Derbarê vê babetê Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag îro, li Stenbolê axifî û da zanîn ku, parlementerên HDPê li dijî dadê derketin û rêz negirtin.

Diyar kir ku, Dad çi pêwîst be kir. Ger parlementerên HDPê xwe bi xwe çûbûyana dozger û îfade bidana, ne pêkan bû ku, parlementerên HDPê bi darê zorê werin binçavkirin.

Herwiha aşkere kir ku, Dozger çawa nêzikê bergûmanên din bûbe wisa jî nêzikê parlementerên HDPê bûye. Navbera girtiyên din û parlementerên HDPê ku, hatine girtin de ti cûdahî nîne.