YPGê 3 nasnameya şehîdên xwe aşkere kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya 3 şehîdên xwe eşkere kir, ku di vê mehê de li Heleb, Reqa û Qamişlo şehîd bûne.
Navenda ragihandna YPGê li ser malpera xwe ya fermî nasnameya 3 şehîdên xwe eşkere kir ku, her yek ji wan li taxa Şêx Meqsûd a Helebê û di operasyona kontrolkirina Reqayê de û li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê de şehîd bûne.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşeke sereke ye di hêzên Sûriyeya Demokratîk de û li bajarê Qamişlo û li taxa Şêx Meqsûd destihlatdar in, di operasyona kontrolkirina Reqayê de jî beşdar in.