Li Tirkiyê 121 endamên Gulen hatin girtin

Di çarçoveya rewşa awarte de hatin girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di çarçoveya lêpirsîna dijî Tevgera Fetullah Gûlen de 121 kes hatin binçavkirin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê polîsan li 15 bajaran ku, navenda wê bajarê Bursayê bû bi awayek hevdem operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girtin.

Di encamê de 121 kes hatin binçavkirin. Polîsan ji 121 kesan 28 kesî anîn dadgehê.