Şanda Ewropî bi Demîrtaş re hevdîtin nekir

Ji parlamentoya Ewropayê komeke parlamenter ji bo ku biçin serdana Hevserokê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş hatin Tirkiyê. Lê belê ji ber ku Wezareta Dadê destûr neda, nehiştin ku şandeya Ewropayî bi Demîrtaş re werin ba hev. Şande li ber girtîgehê ragihand ku ji ber girtina siyasetmedaran metirsiya wan her ku diçe zêdetir dibe û ev yek têkiliyên Ewropa û Tirkiyê jî têk dibe.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol  

Serokê Partiya Sosyalîstên Ewropayê Sergey Stanîshev amaje kir 2 roj beriya ku Demîrtaş were girtin, li Diyarbekirê bi wî re civiyane. Li gor Stanîshev dixwazin HDP ji holê rakin û girtina parlamenteran jî perçeya vê projeyê ye.

Stanîshev ji K24ê re axivî û got: “Girtina Demîrtaş û parlamenterên din kiryareke demokratîk nîn e. Ji sala borî heta niha ez 3 car hatim Tirkiyê, em dixwaze ku hevkariyeke xurt ligel Tirkiye bikin, lê her carê ku ez têm maf û demokrasî her ku diçe tên binpêkirin. Ez ji vê yekê nîgeran im. Em ê nêrînên xwe yên li Tirkiyê li parlamentoya Ewropayê jî behs bikin. Bi min girtina siyasetmedaran bandoreke neyinî li têkiliyên Tirkiye û Ewropayê bike.”

Di girtîgehê de ji bilî Demîrtaş wek parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan jî heye. Ji bo ligel Demîrtaş û Zeydan hevdîtin bê kirin bi tenê ji 4 parêzerên wî re destûr hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ji rewşa parlamenterên girtî metirsîdar in.

Ozsoy got: “Demîrtaş û Zeydan di jûreyên takekesî de dimînin û nahêlin hevdu bibînin. Mîlîtanên rêxistinên DAIŞ, EL-QAÎD'ê û FETO jî di vê girtîgehê de dimînin. Ji ber vê em ji rewşa parlamenterên xwe metirsîdar in. Ji bo çakbûna rewşa wan em serî li sazî û lijneyên demokratîk ên Ewropayê didin. Ji Ewropayê jî gelek sazî û dezgeh dixwazin werin serdana Demîrtaş lê Tirkiye desturê nade. Ji ber van kiryaran di hefteya pêş me de di civîna Strasbourgê ya Parlamentoya Ewropayê de ji bo Tirkiyê biryarên nebaş wê werin dayîn.”

Di çarçoveya operasyona li dijî HDP'ê de ku serê meha Mijdarê hatibû destpêkirin ligel Selahatîn Demîrtaş 10 parlamenterên HDP'ê hatin girtin.