Infografî.. Şaredar û qeyûmên cihên wan girtine

Wezreta Navxwe ya Tirkiyê bi hinceta piştgiriya PKKê dikin, heta niha dest daniye ser 8 şaredariyên DBPê. Herwiha hemû şaredarên DBPê ku ji kar hatine dûrxistin, niha girtî ne û ji 11 şaredarên DBPê tenê 3 şaredar li ser kar in.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezreta Navxwe ya Tirkiyê bi hinceta piştgiriya PKKê dikin, heta niha dest daniye ser 8 şaredariyên DBPê. Herwiha hemû şaredarên DBPê ku ji kar hatine dûrxistin, niha girtî ne û ji 11 şaredarên DBPê tenê 3 şaredar li ser kar in.

Li Bakurê Kurdistanê ji 11 şaredariyên DBPê, 3 şaredarî yên bajarê mezin in û yek ji wan jî Diyarbekir e, ku Wezareta Navxwe dest daniye ser. Gûltan Kişanak digel Firat Anli di 25ê Cotmehê de hatin binçavkirin û piştre jî li şûna wê Cigîrê Parêzgerê Diyarbekirê Cumalî Atîlla wekî qeyûm hate danîn.

Ahmet Turk ku 2 sal berê bûbû Serokşaredarê Mêrdînê, hefteya borî ji kar hatibû dûrxistin û piştre jî hate zindanî kirin. Piştî Turk, Parêzgerê Mêrdînê Mustafa Yaman bû qeyûmê şaredariyê.

Bekîr Kaya jî 7 sal bû Serokşaredariya Wanê dikir, di 17ê Mijdarê de hate binçavkirin û li şûna wî Parêzgerê Wanê Îbrahîm Taşyapan wekî qeyyûm hate danîn.

Piştî van her 3 şaredariyên bajarên mezin ên DBPê, Şaredariya Sêrtê jî yek ji wan şaredariyan e ku wezaretê dest daniye ser. Tuncer Bakirhan di 16ê Mijdarê de hate binçavkirin û Cigîrê Parêzgerê Sêrtê Ceyhûn Dilşad bû qeyûmê şaredariyê.

Serhat Kadîrhan jî Şaredarê Şirnexê bû lê 5ê Mijdarê ji kar hate dûrxistin û li cihê wî Cigîrê Parêzgerê Şirnexê Turan Bedîrhanoglu girt.

Dema Wezareta Navxwe di 11ê Îlonê de cara yekem dest danî ser şaredariyan Batman jî nesîbê xwe girt û Şaredarê Batmanê Sabrî Ozdemîr ji kar hate dûrxistin. Cigîrê Parêzger Şevket Aksoy wekî qeyûm hate li ser kar.

Qedera Colemêrgê jî wekî Batmanê bû û dîsa di 11ê Îlonê de li şûna Dîlek Hatîpogluyê ku di sala 2014an de wekî şaredar hatibû hilbijartin, Cigîrê Parêzger Cûneyt Epcîm wekî qeyûm hate li ser kar.

Şaredariya Dêrsimê jî 8emîn şaredariya DBPê ye ku Wezreta Navxwe dest daniye ser û 5 roj berê Mehmet Alî Bul piştî binçavkirinê û ji Serokşaredatiyê hate dûrxistin û Cigîrê Parêzgerê Dêrsimê Olgun Oner bû Qeyûmê Dêrsimê.

Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik, Şaredarê Bilîsê Hûseyîn Olan û Şaredarê Îdirê Murat Yîkît li ser kar in û heta niha qeyûm ji bo wan şaredariyan nehatine danîn.