Mertala Feratê berê xwe dide Minbicê

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, hêzên Mertala Feratê bajarokê Bab ji aliyê rojava ve dorpêç kiriye û berê xwe didin Minbicê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, hêzên Mertala Feratê bajarokê Bab ji aliyê rojava ve dorpêç kiriye û berê xwe didin Minbicê.

Erdogan di gotara xwe de ragihand, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gef e li ser Tirkiyê û divê ji Minbicê bi tevahî derkeve.

Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û di nav de YPG raghandibûn ew ji Minbicê berev rojhelatê çemê Ferat vekişiyane, ji bo tevlî operesyona Reqayê bibin, lê Tirkiyê bi firokeyan çend caran gundên li rojavayê Minbicê bombebaran kiribûn.