Koma şanoya Bedlisê di 21emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî de beşdar bû

Herwiha ev 21êmîn Festîvala Şanoya Navneteweyî heta 28ê mijdarê wê li Enqerê berdewam bikê û di vê çerçovê de jî wê 37 şano li deverên cûda cûda bên liderxistin.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

 Koma şanogeriya bi navê 'Tatvan Sevgî Seli' li Enqerê di festîvala navneteweyî de ye. Koma şanoya Bedlisê, bi listîka 'Zamsalak' ku ji aliyê şanogerê navdar Nejat Uygur hatiye nivîsandin li Enqerê derketin peşberî bînerên xwe.

Li Enqera paytexta Tirkiyê di çerçovoya 21emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî de komek ji Tetwana Kurdistanê jî bi lîstika bi navê "Zamsalak" hate hilbijartin û derket peşberî welatiyan. Koma Sevgî Seliyê, lîstika şanogerê navdar Nejat Uygur di seat 20.00an de li ser dika Şaredariya Yenîmahalleya ser bi Enqerê peşkeş kirin.

Di listikê de zextên ku, ji aliye sîyasetmedarên Tirkiyê ve ku, di salên 90î û di destpêka salên 2000an de li welatiyan hatibûn kirin bi awayek pêkênînî (mîzahî) tên peşkeş kirin. Di lîstikê de armanc ewe ku tû xebatên siyasetmedaran ji bo welatiyan nîn e, û her tim wan bi tenê dihelin. Dêrhenerê şanoyê û lîstikvan dibejin; ev lîstik ji ber ku divê heyama niha de jî tê lîstin gelekî watedar e û girîng e.

Dêrhener Gokmen Okdayan wiha got:"Şano zehmet e, bi taybetî jî di çarçova rewşa awarte de. Ya yekem welat bûye wekî bazinek agir û tu salon nîn e ku em bikarîbin şanoyên xwe pêşkeş bikin. Welatî, her tim di metirsiya ku rûdana teqînan de ye. Ji ber vê yekê jî eleqayek mezin nîşanî şanoyên me nadin. Lê belê em dibêjin şano, hunerek e ku wê tarîtiyê ronahî bike û lîstikvan jî bi hêviyeke mezîn bi ser vê tarîtiyê ve diçin."

Dêrhênerê şanoyê dibêje, dema ku wan li Bêdlîsê dest bi xebatên şanoyê kirin gelekî rastî pêşbiryarên malbatan hatine û bi taybetî jî ji bo lîstikvanên jin. Koma Sevgî Selî jî ev şeş sal in xebatên xwe yên şanoyê berdewam dikin û lîstikvan jî amaje dikin ku ji bo bikarîbin şanogeriyê bikin li derîyên hemû welatiyên Bêdlîsê xistinê.

Lîstikvan Zeynep Kaya  wiha axifî:"Armanca me ya hatina vir ev e ku em bibejin li deverên piçûk jî şano ne miri ye û dema ku em li devereke wisa mezin derdikevin ser dikê navê welatê me bêhtir derdikeve pêş."

Lîstikvan Mesut Unat  wiha azî ziman û got:"Em li Tetwanê baş xebitîn ji ber ku me xwest ku em li vir lîstikek baş peşkeş bikin. Dema ku em hatin vir Komaleya Sevgî - Derê gelekî alîkariya me kir. Em ji wan re spas dikin.

Welatiyên ku hatin şanoyê temeşa bikin jî fikr û ramanên xwe yên di derbarê şanoyê de ji Kurdistan24ê rave kirin.

"Tiştekî başe, pir başe ku li vir şanoyê çêdikin. Yanî em hez dikin ku tiştên wisa çêbibin. Hûn jî tên li vir bernama çêdikin em jî kêfxweş dibin."

Herwiha ev 21êmîn Festîvala Şanoya Navneteweyî heta 28ê mijdarê wê li Enqerê berdewam bikê û di vê çerçovê de jî wê 37 şano li deverên cûda cûda bên liderxistin.