Nêçîrvan Barzanî:Hikumet derbarê parastina mafê jinan berpirsyar e

Da zanîn ku, her diçe haletên kuştin û şewtandinê kêm dibe.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di mareasîma heftiya berhingarbûna tûndiya dijî jinan ragehand ku, li gor yasya Herêma Kurdistanê hemû corê tûndiyê dijî jinan hatiye qedexekirin û bo vê babetê jî sizayên yasyeke taybet li parlementoyê derketiye.

Barzanî got jî ku, kuştina jinan bi hiceta şerefê hatiye qedexekirin, herwiha sizayên yasayî derkirine, lê belê rêjeya kêmbûna tûndiyê ne li gor asta daxwazên me ne.

Herwiha Serokê Hikumetê rola wan kesên ku, beşdarî di daraştina yasayê û seraskirina yasayê berî niha de bo parastina mafê jinan kirine bi giring nerxand, da zanîn ku, Hikumeta Herêmê li himberî parastina jian berpirsyare, herwiha behsa wan pêngavên bo vê armancê tên kirin kir ku, hin yasa derkirine û çend ji wan jî hatine seraskirin.

Barzanî amaje bi vekirina ofîsa taybet bi hawlên Hikumetê bo rizgarkirina ew keç û jinên ku, ji aliyê DAIşê revandine û heta nihajî gelek kar li ser rizgarkirina wan hatiye kirin.

Herwiha Barzanî di gotara xwe de daxwaz ji mamosteyên olî kir ku, bi awayeke zêdetir rola xwe di kêmkirina tûndiya li dijî jinan de bikin û daxwaz ji rêxistinên civaka sivîl kir ku, hewlên xwe bi huşiyarkirina civakê bo parastina mafên jinan zêdetir bikin.

Barzanî aşkere kir ku, heta niha rêjeya tûndiyê li dijî jinan kêmûbilind dibe, lê cihê dilxweşiyê ye ku, haletên kuştin û şewtandin her diçe kîm dibe.