Îsraîl 4 çekdarên DAIŞê li Colanê dikuje

Artêşa Îsraîlê ragihand, firokeyên wan 4 çekdarên DAIŞê li nêzîkî bilindahiyên Colanê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Îsraîlê ragihand, firokeyên wan 4 çekdarên DAIŞê li nêzîkî bilindahiyên Colanê kuştin.

Li gor zanyariyên artêşa Îsraîlê, çekdarên DAIŞê teqe li karwaneke leşkerî ya artêşa Îsraîlê kiribûn.

Ji destpêka şerê Sûriyê ve, ev yekem car e şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar yên Sûriyê û artêşa Îsraîlê rû dide.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Kolonel Peter lerner ragihand, wan çekdaran ji sînorê Sûriyê ve teqe li li hêzên Îsraîlê kirin, wan jî bersiva wan da, piştre jî firokeyeke Îsraîlê ew 4 çekdar bombebaran kirin û her çar çekdar kuştin.

Lener aşkere kir ku, ew 4 çekdar ser bi grûpa Şehîdên Yermûkê ya ser bi DAIŞê ve bûn.

Berê jî Îsraîlê çend komgeh û riyên sereke yên veguhastina çek û teqemeniyê yên çekdarên Hizbulaha Lubnanî ku hevkarê rêjîma Sûriyê ne, bombebaran kiribûn.

Cara yekem ku navê grûpa Şehîdên Yermûkê tê bihstin, gava wê grûpê di sala 2013an de 21 Filîpînî ji hêza Parastina Aştiyê li navçeya bêçek ya di navbera Îsraîl û Colanê de revandibûn.