Hevpeymaniya Navdewletî:Ji sedî 25 bajarê Mûsilê rizgar bûye
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hevpeymaniya Navdeletî li dijî DAIŞê John Doryan ragehand ku, 25 ji sedî bajarê Mûsilê ji çekarên DAIŞê hatiye rizgarkirin.
Derbarê vê yekê rojnameya El-Erebî El-Cedîd li ser zarê Berdevkê Hevpeymaniya Navdeletî li dijî DAIŞê John Doryan da zanîn ku, navborî tekez kirye 25 ji sedî bajarê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê hatiye rizgarkirin û gelek zirar jî gihaye wê rêxistinê.
Doryan da zanîn ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi armanca rêgirtin ji alîkariyan re bo çekdarên DAIŞê çar pirên bajarê Mûsilê kirine armanc.Aşkerekir ku, Artêşa Iraqê DAIŞê li hemû aliyan ve dûrpêçkiriye.
Ji aliyeke din ve Doryan diyar kir ku, operasyona rizgarkirina Mûsilê bi awayeke pilankirî û serkeftî bi rêvediçe, herwiha tekez kir ku, ne giringe dema rizgarkirina wê ya pêwîst ew operasyon bi serbikeve.