Bi vîdyo.. Sivîlên Helebê dema direvin rastî guleyan dibin

Li taxên rojhelatê Helebê şerekî giran diqewime.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Di kurte vîdyoyekê de kenala Sema ya ser bi rejîma Sûriyê ve belav kirye, tê de welatiyên sivîl ji taxên rojhelata Helebê direvin û ber bi navçeyên rejîma Sûriyê diçûn, lê ew sivîl rastî gulebarkirinê dibin, di vîdyoyê de ne diyare kî wan gulebaran dike, herwiha dengê hin kesan jî tê bihîstin dibêjin bixwîna xwe canfidayê Beşar Esed in.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehandî heta niha 10 hezar sivîl ji taxên rojhelatê Helebê reviyan e û ber bi navçeyên rejîma Sûriyê çûne, herwiha navçeyên di bin kontirola Hêzên YPG de.