Amerîka: Rûsya berpirsyarê tawanên Esed e li dijî sivîlan

Herwiha Kerby amaje bi rêjeya NY kir ku, tenê du pizîşkên zarokan li bajarê Helebê ku, ji 120 hezarin zarokan pêktê hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derva ya Amerîkayê ragehand ku, hemû kiryarên serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed li himberî welatiyên sivîl li wî welatî Rûsya berpirsyarê wê ye.

Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby di kongreyeke rojnamevanî de ragehand wiha got:"Bandora Rûsya li ser Esed heye, berî niha dema dixwestin bi erênî wê bandorê bikarbînîn kirin."

Kerby da zanîn ku, hemû kiryarên Esed derheqê welatiyên sivîl de Rûsya berpirisyarê wê ye, di nav de jî ew zirarên ku, giheştine jêrxaneya bajêr di nav de nexweşxaneyên di nav û derveyî bajarê Helebê.

Herwiha Kerby amaje bi rêjeya NY kir ku, tenê du pizîşkên zarokan li bajarê Helebê ku, ji 120 hezarin zarokan pêktê hene.