25 sivîl li Helebê hatin kuştin

25 welatiyên sivîl li taxa El-Nêreb li rojhelata bajarê Helebê bi sedema toparankirina artêşa Sûriyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

25 welatiyên sivîl li taxa El-Nêreb li rojhelata bajarê Helebê bi sedema toparankirina artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Li gur jêderên meydanî li bajarê Helebê, di encama topbarankirina bi mûşekên paraşûtî li ser taxa El-Nêreb li rojhelatê bajarê Helebê ya di bin destê opozîsyonê de, îro danê sibê 25 sivîl hatine kuştin.

Heman jêderê ji Navenda Berevaniya Sivîlan li bajarê Helebê veguhestIye ku, bi dehan kuştî û birîndar ketine, bi sedema êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyê li ser taxên sivîlan li Rojhelatê Helebê.

Berî sê rojan hêzên rêjîma Sûriyê bi alîkariya Rûsya û Îranê êrîşên xwe li ser taxên rojhelatê Helebê tund kiriye, di enamê de bi sedan kes bûne qurbanî û hejmarek mezin jî koçberî navçeyên di bin destê artêşa Sûriyê û taxên Kurdan yên li Helebê bûne.