Topên DAIŞê vegerandina koçberên bakurê Reqayê asteng dike
K24-Bakurê Reqayê
Malbatên ji bakurê Reqayê careke din li gûndên xwe vedgerin, di rêya vegerê de hejamrek ji wan dibin qurbaniyên topên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve têne avêtin û vegrandina koçberan asteng diek.
Rêxistina DAIŞê li bakurê parêzgha Reqayê ber bi dawî ve diçin, bi dehan malbat piştî demekê ji koçberiyê , kom dibin , da ku li malên xwe vegerin, ev yek jî piştî derxistina çekdarên DAIŞê ji gundên bakurê Reqayê hat û niha tenê 25 kîlomitir di navbera şervanên operasyona Xezeba Ferat bajêr de maye.
Li başûrê bajarokê Tilsemnê jî, rojane bi sedan koçber ligel ajalên xwe , vedigerin deverên ku HSDê ji nû bi dest dixe,lê bi topan ji aliyê rêxistina DAIŞê ve tên armanckirin, di encamê de hejmarek sivîl li gel keriyên pezên xwe dibin qurbanî.
Li gor şervanên operasyona Xezeba Ferat çekdarên DAIŞê rê nadin koçberan ku, li gund û malên xwe vegerin, jin û zarokan jî dikin armanc.
Heta niha nêzî 8 hezar û 500 koçber ji Parêzgeha Reqayê li deverên jêr desthilata HSDê neştecî bûne.