Kurd pêşbîniya Rûsya bo destpêkirina danûstandinan çawa dinerxînin?

Danûstandin çareseriya herî guncawe ji kirçza Sûriyê re.
kurdistan24.net

K24-Navend Nûçeyan

Di gel berdewmiya pêşketinên leşkerî yê rêjîma Sûriyê, taybet li bajarê Helebê, careke din berpirsên welatê Rûsiyayê behsa lihevhatineke siyasî dinavbera rêjîm û opozisyona Sûriyê de dikin.

Çareseriya siyasî ku, di rêya civînên Cinêvê re tên behs kirin, hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku, piştî nêzê 6 salan ji şer û pevçûnan ji bilî diyalogê ti çare ji krîza

Sûriyê re nemaye, herwiha didin zanîn ku, Rûsiya roleke sereke di kirîza Sûriyê de dilîze, ji ber vê yekê dema piştgiriya lihevhatineke siyasî bike dê ev yek derfetên mezin bide çareseriya siyasî li Sûriyê.

Berdewamiya şer di navbera artêşa Sûriyê û hêzên opozisyonê yek ji sedemên serekene ku, ti çareyên aştiyane neyêne pêşkêşkirin, ji aliyekî din ve hin şirovekar dibînin ku, ji bilî Rûsiya biryara lihevhatina siyasî bi erêkirina welatên yekîtiya Emerîkayê ve jî girêdayî ye, loma ti çare nayê dîtin berî ku serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump bi fermî dest bi posta xwe bike.

Herwiha didin zanîn ku, pêwîste opozisyon jî helwestên xwe derbarê hin girûpên radîkal mîna FETH ALŞAM eşkere bike daku civaka navdewletî bi erênî nêzîkî opozisyonê bibe di projeya çareseriya siyasî de.

ji ber berdewmiya topbarandina taxên Helebê ji aliyê artêşa Sûriyê û firokeyên Rûsiyayê ve, herwiha ji ber aloziya rewşa mirovî danûstandinên Cinêve ji meha Sibata bûrî ve di gera xwe ya 3iymîn de hatne rawestandin, tevî hemû hewldanên civaka navdewletî lê tundiya şer derfet çareyên siyasî di Sûriyê nedan, li gorî hin şopîneran piştî têkçûna hêzên opozisyonê û piştgiriya rûsiyayê ji danustandinê re û erêkirina hikûmeta Sûriyê, ta çi radeyê hêzên opozisyonê dê bê bersiv bimînin û bi awayekî cidî tevlî pişinyarên rûsiyayê bibin.