Awazên Kurdî û Ermenî ji bo Elçî û Dînk hatin Strandin

Yek jê parêzerekî Kurd e yê din jî rojnamegerekî Ermenî ye. Herduyan jî li Tirkiyê jiyana xwe bi têkoşîna aşitî û biratiyê borandiye. Her du jî nava rojê bi guleyan hatin kuştin. Di bîranîna li Stenbolê hatî lidarxistin de stran Kurdî û Ermenkî ji bo herdu aştîxwazan hatin strîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Yek jê parêzerekî Kurd e yê din jî rojnamegerekî Ermenî ye. Herduyan jî li Tirkiyê jiyana xwe bi têkoşîna aşitî û biratiyê borandiye. Her du jî nava rojê bi guleyan hatin kuştin. Di bîranîna li Stenbolê hatî lidarxistin de stran Kurdî û Ermenkî ji bo herdu aştîxwazan hatin strîn.

Tahîr Elçiyê Serokê Baroya Diyarbekirê ku beriya salekê hatibû kuştin di salvegera kuştina wî de li Stenbolê bi riya çalakiyekê hat bi bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê weqfa Hrant Dînk ve hat organîze kirin. Ev weqf bi ser navê rojnamegerê Ermen Hrant Dînk hatiye damezrandin, ku beriya 10 salan, 19 Çeleya 2007an de li Stenbolê hatibû kuştin.

Di salona ku bi wêneyên jiyana Tahîr Elçî hatî xemilandin de hevalên wî û hezkiriyên wî li ser jiyana Tahîr Elçî axaftin.

Axaftina Hevjîna Tahîr Elçî, Tûrkan Elçî got: "Sedema kuştina wî ew bû ku Tahir, bêyî ku pişta xwe bide kesekî yan jî bêyî ku li jêderên şaşitî û neheqîyan binêre rexneyên wicdanî di anî ziman. Ji ber vê yekê jî di rewşeke kaotîk de bi şêweyeke ku kujerê wî neyê tespît kirin kuştinek hat plankirin. Bi kuştina Tahir xwestin ku li ser hemû civakê ewrên reş bibarînin.

Li ser kuştina Tahîr Elçî re salek derbaz bû. Kujerên wî hê jî nehatine dîtin. Li gor parêzer Ehmed Ozmen ê ku niha li şûna Elçî serokatiya Baroya Diyarbekirê dike, nayê xwastin ev bûyer were zelalkirin.

Ozmen ji K24ê re axivî û got: “Hê birîna me kûr e. Dilê me hê wekî roja ewil diêşe. Em ji roja ewil de dibêjin, yanî ev lêkolîna dozger dike, ne lêkolîneke wisa ye ku encam bistîne. Yanî armanca wê lêkolînê ne ew e ku here encamê. Ji ber ku lêkolîn gelekî lawaz dimeşe. Lêkolîn bê tesîr dimeşe."

Di çalakiyê de serokê berê yê Baroya Diyarbekirê parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu; li ser îhtîmala kujerên Tahîr Elçî, çend nîşane aşkere kir.

Tanrıkulu ji K24ê re anî ziman: "Bersiva pirsa heger Tahir îro sax bûya, dê li pey çi ban me berev kujerên wî ve dibe. Heger ew îro sax bûya dê wekî parazerekî mafê mirovan li dû van hemû karesat û kuştinên vê sala dawiyê têbikoşiya.

Di ser kuştina Hrant Dînk re 10 sal derbas bûn. Ew destên qirêj yên li paş kuştina wî niha hê nû derdikevin holê. Tê dîtin ku ew dest di xwazin li Tirkiyê pêşiyê li aşitî û biratiyê bigirin. Herkes li ser vê mijarê hemfikr e ku ew destên li paş kuştina Tahîr Elçî jî heman dest in. Lê hêvî ew e ku ji bo xwediyên van destên qirêj derkevin holê 10 sal dî jî derbas nebin.

Ev şeva watedar, bi stran û klamên hestiyar yên bi zimanên zikmakî ku ji boTahîr Elçîyê Kurd û Hrant Dînkê Ermenî hatin strîn bi dawî bû.