Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê dest ji karê kişand

Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê ragihand: “Bo aştiya Silêmaniyê û hebûna bêserûberiyê, dest ji karê xwe vekişînim.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê ragihand: “Bo aştiya Silêmaniyê û hebûna bêserûberiyê, dest ji karê xwe vedikişînim.”

Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê Dilşad Omer di konferanseke rojnamgeriyê de çend sedemên destjikarvekişandina ji posta xwe aşkere kir û got: “Nakokiyên partîtî û ne cidiya wan partiyan di rewşa nexwastî de, herwiha bi helwest û biryarên cuda, nabe bajarê Silêmaniyê bikin qurbanî û tê de mirov şermezar bibe.”

Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê bi niyaz bû ku çend projeyan di warê perwerdeyê de encam bide.

Piştî salek û 5 mehan ku wek Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê Dilşad Omer dest bikar kiribû. Îro dest ji kar kişand.

Li Herêma Kurdistanê sala nû ya xwendinê bi fermî meha Cotmehê dest pê kir, lê ji ber baykotkirina mamosteyên nerazî li Silêmaniyê hîn perwerdeyê dest pê nekiriye.