Hikûmeta Kurdistanê: Pîlaneke metirsîdar li dijî Kurdistanê heye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya fermî li ser bûdceya ku hikûmeta Iraqê bo Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, eşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya fermî li ser bûdceya ku hikûmeta Iraqê bo Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, eşkere kir.

Pêr parlamentoya Iraqê, bendên qanûna bûdceya sala 2017 ya Iraqê, yên ku girêdayî bûdceya Herêma Kurdistanê bûn, pesend kir. Her çiqas firaksyona PDKê civîn baykot kirin, lê ji ber ku firaksyonên YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû deng dabûn, pişka bûdceya Herêma Kurdistanê hat pesendkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya fermî li ser biryara parlamentoya Iraqê derheqê bûdceya Herêma Kurdistanê de eşkere kir.

Ev jî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kuridstanê ye:

Ew bendên peywendîdar bi Herêma Kurdistanê ve ku di yasaya budceya giştiya Îraqa Federal a sala 2017ê de hatine bi cî kirin, pîlaneke siyasî ya metirsîdar li dijî Herêma Kurdistanê ye û, mixabin, ew parlamenterên Kurdistanê jî ku deng ji wê yasayê re daye, çi bi zanîn ya jî bi nezanîn be, tevî ku, zaniyariyên pêwîst ji wan re hatibûn dan, bervajiya berjewendiyên giştiyên Herêma Kurdistanê û miaşgiran dang bi wê yasayê daye, bêy ku wê yekê li ber çavan bigirin ku ew yasa di xizmeta berjewendiyên giştî da nîne. Divê nûnerên kurd li Bexdayê hişiya û agadar bin û nekevin xefka nahezên Kurdistanê û ne bin beşek ji wê pîlana reş ya li dijî xelk, maf, destkeftî û paşeroja Herêma Kurdistanê tên encam dan.

Raberkirin û nirxandineke sade ya hijmaran bes e ku, em bizanin ew yasa li dijî Herêma Kurdistanê hatiye amada kirin û ti bingehên rastiyê tê de nînin û ya ku di wê yasayê de ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin, bi ti awayî nake ew  qas ku Herêma Kurdistanê ji firotina neftê û dahatiniyê navxweyî peyda dike û bidest dixe. Hatiyr gotin ku qaşo bi pabendbûna Herêma Kurdistanê bi bicîkirina wê yasayê, hikûmeta Îraqa Federal miaşê miaşgirên Herêma Kudisstanê dabîn dike, ev yek jî ji direweke bê esas zêdetir ne tiştek dine û raberkirin û nirxandina hijmarên firotina neftê û dahatiniyên navxweyê yên herêma Kurdistanê digel wê rêjeya di yasayê de ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin, gelek bi zelalî vê rastiyê derdixe.

Ew yasa, yasaya budceya giştiya Îraqa Federal a sala 2017ê, li 04.12.2016ê li parlamentoya Îraqê hat pesind kirin, bêyî ku di ti qonaxeke amadekirin û pesindkirina pirojeyasayê de li civata wezîran û biyasakirin wê li parlamentoya Îraqê, beşdarî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên peywendîdar bikin, û bêy ku daxwaz û pêşniyarên hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksyonên Kurdistanî li parlamentoya Îraqê  di wê yasayê de li ber çavan bên girtin, bervajiya bingehên bicîkirî yên destûra Îraqê ku Herêma Kurdistanê di amadekirina budceya welat  de beşdar be, bi awayekî di berjewendiya tevaya gelên Îraqê de be bê cudahî û li ser bingehê tewafiqê, ne bi dengê piraniya nav parlamento û civata wezîran be.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi data û hijmarên dirust nirxandinekê pêşkeş dike di navbera ew pereyê weke pişka budceya Herêma Kurdistanê di qanûna budceya sala 2017ê de hatiye diyar kirin, li gor wan xişteyên/tabloyên dige budceyê hatine, dgel ew pereyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji pirosesa raste rast firotina  nefê Herêma Kurdistanê bi dest dikeve, digel diyarkirina xerciyên mehane yên hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Benda 5ê ji madeya 8ê ya yasaya budceya sala 2017ê ya hikûmeta Îraqê ku girêdayî budceya pêşmergeyê Kurdistanê ye, ne eşkere û ne zelal e û ew hema tekste ku di yasaya budceya federalî yên salên borî de hatibû bi cî kirin, lê ji sedema nezelalî û nediyarkirina hijmaran, ti salan nehat bicî kirin. Îsal jî nayê zanîn ka budceya ji bo hêzên pejayî yên wezareta bergiriya Îraqê çend e û çend ji wê rêjeyê ji bo pêşmerge hatiye terxan kirin û hijmara pêşmerge çend diyar kiriye. Ji sala 2005ê were, tevî hebûna heman teksta qanûnê, lê heta niha yek dînar jî bi hêzên pêşmerge nehatiye dan, di demekê de ku herêma Kurdistanê ji hîngê were bi rêjeya 17% ji dabînkirina budceya wezareta bergiriya Îraqê di çarçoveya xercyên siyadî de beşdar bûye.

Li dor madeya 10 ji yasayê û li gor benda 53ê tebloya jimare 5 ku digel yasayê pêveke, nêzîkî 6 tirlyon dînar bo sala 2017ê  ji bo miaşê karmendan, teqawêdan, miaşê malbatên serbilindên şehîdan û çavdêriya civakî ku her meh dike 496 milyar dînar, di demekê de ku budceya pêwîst ji bo dabînkirina yek meha miaşgiran ku hijmara wan nêzîkî yekmilyon û çarsedehezar e, dike nêzîkî 880 milyar dînar, ango her meh 384 milyar dînar pişka miaşê miaşgiran kurtdihîne.

Budceya bikarbirin, di yasayê de pişka Herêma Kurdistanê yektirlyon û sedûdeh milyar ji bo sala 2017ê hatiye diyar kirin ku her meh dike 134 milyar dînar, ango di baştirîn rewş de ew pereyê ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê bihê dike 630 milyar dînar, lê wezareta darayî ya hikûmeta Îraqê pereyê dahatiniyên navxweyî weke; bac û gumrik û yên din ku dike 130 milyar dînar ji pereyê Herêma Kurdistanê qut dike, bi vî awayî di baştirîn rewş de bi tenê 500 milyar dînar bo herêma Kurdistanê dimînin.

Xerciyên Herêma Kurdistanê di mehekê de dike 1 tirlyon û 352 milyar dînar, bi vî awayê li jêr:

880 milyar dînar ji bo mişaê miaşgiran
120 milyar dînar ji bo heqdestê kompaniyên berhemanîna neftê
130 milyar dînar ji bo vegeranidna qerzê hatiye wergirtin pêş firotina neftê
180 milyar dînar ji bo budceya bikarbirin, di nav de petrodolara Kerkûkê jî heye

Eger Herêma Kurdistanê li ser firotina neftê berdewam be, pereyê dahatiniyê giştî yê çaverêkirî her mehê dike 1 tirlyon û 20 milyar dînar li ser esasê eger yek bermîl bi 42 dolaran bê firotin. Ango 390 milyar dînar zêdetir ji ya ku di yasaya budceya 2017ê ya Îraqa federal de ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin.

Bi vî awayî û li gor raberkirin û nirxandina li jor, eger yasaya budceya federalî a sala 2017ê bê qebûl kirin, Herêma Kurdistanê zerermend dibe û  ew pereyê ji Bexdayê bê bi tenê têra mişaê paşkeftkiriyê miaşgirên herêma Kurdistanê dike û ti çavknaiyên din yê darayî li ber destê hikûmeta Herêma Kurdistanê namînin ji bo dabînkirina xerciyên bikarbirin û heqdestê kompaniyên neftê û vegeranidna qerzan ku  ji bo hemûyê 390 milyar dînar pêwîste.

Pêşniyara hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çavan nehat girtin ku li hemebr firotina nefta Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve û çûna dahatiniyê bo Bexdayê pişka Herêma Kurdistanê her mehê dike 970 milyar dînar, ku ev jî 50 milyar kêmtire ji dahatiniyê firotina nefta raste rast ji aliyê Herêma Kurdistanê ve.

Ji bona piştrastbûn ji van hûrgiliyên vê raberkirinê û berçavkirina dekument û raporên şîkarî, hikûmeta Herêma Kurdistanê mêvandariya tev endamên birêzn fraksyonên Kurdistanî li parlamnetoya Îraqê dike ku bi hev re bicivin û rastiyan berçav bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din tekîd dike ku ew amadeye danûstandin û gotûbêjan digel hikûmeta federal li hember dabînkirina tev miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê digel hikûmeta federal rêkeftin bike bi şertê ku ziyan negehe Herêma Kurdistanê, bervajiya vê yekê her tiştek din bêhê feriz kirin û her îltîzameke yekalî bêy hebûna rêkeftina hevbeş, herêma Kurdistanê nemecbûre bi cî bike.

Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
06.12.2016