Kûçik ji Tirkiyê bo Kurdistanê tên şandin

Ev ajelên ku bi salan e wekî hevalbendên herî dilsoz ên mirovan tên zanîn, îro bi behremendiyên xwe yên cur bi cur vê erka xwe bi awayekî serkeftî bi cîh tînin û diyar e ku ev dilsoziya wan wê her tim berdewam be.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Kûçikên dedektor ku li gelek welatan bi taybetî di operasyonên lêgerîn û xelaskirinê de tên bikaranîn, ji bo dîtina kelûpelên xeternak yan jî ji bo dîtina mirovên wenda erkekî girîng bi cîh tînin. Ji bo bicîhanîna vî erkî jî perwerdehiyeke berfireh tê dayîn. Tîma K24'ê li Stenbolê çû kampa kûçikên dedektor û dîmenên astên perwerdekirina kûçikan bi awayeke berfirehî tomarkirin.

Di roja îroyîn de ku kêşeya ewlehiyê bûye kêşeyeke sereke ya global, rol û girîngiya  kûçikên dedektor jî zêdetir derdikeve pêş. Kûçikên ku wek K9 jî tên zanîn li cîhên ku teqet û hêza mirovan têrî nake tên bikaranîn.

Bi taybetî ji bo dîtina bombeyek, termek, paşmayek û bo dîtina mirovên wenda kûçikên dedektor dibin xelasker. Li Stenbolê jî bo perwerdekirina van kûçikan di nav kampeke taybet û li gel pisporan perwerdehiyeke berfireh tê dayîn.

Perwerdekar Goktan Eker, ji sala 1994'an vir de ye van kûçikan perwerde dike, li Başûrê Kurdistanê jî di gel Pêşmergeyan jî xebitiye û derbarê perwerdekirina kûçikan de alîkariya pêşmergeyan kiriye. Eker dibêje: “Ez li Kurdistanê jî ji zêdeyî 10 salan e li ser vî karî digel Pêşmergeyan xebitîm. Ji bo ku kûçikek were asta dedektorî beriya her tiştî dikevin dersê pêrwerdehiyeke ku 10 roj didome. Eger ji vê ezmûnê derbas bibin, piştre bi berfirehî heta 5 meh tên perwerdekirin.

Ev kûçikên ku bihayên wan di navbera 10 hezar û 40 hezar Euroyan de diguhere zêdetir ji bo Kurdistan, Lîbya, Afxanîstan û Iraqê tên firotin. Kûçikên dedektor, ji bo bîhnkişandinê gelek hestiyar in û di demeke gelek kurt de digihîjin armanca xwe.

Eker dibêje: “Wek cure zêdetir kûçikên Alman, Belçîka, Hollanda li vir tên perwerdekirin. Kûçikek ku eger di eniyê şer de kar bike divê hinek biçalak, bêtirs be, eger li nav bajaran kar bike divê kûçik hinek gir be.”

Ev ajelên ku bi salan e wekî hevalbendên herî dilsoz ên mirovan tên zanîn, îro bi behremendiyên xwe yên cur bi cur vê erka xwe bi awayekî serkeftî bi cîh tînin û diyar e ku ev dilsoziya wan wê her tim berdewam be.