Rûsya: Artêşa Sûriyê 50 taxên rojhilatê Helebê kontrol kiriye

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê radigihîne, artêşa Sûriyê duh karî 15 taxan li rojhilatê Helebê kontrol bike, ku bi vê yekê hejmara giştî ya taxên ji çekdarên opozîsyonê hatine kontrolkirin gihêşt 50 taxî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê radigihîne, artêşa Sûriyê duh karî 15 taxan li rojhilatê Helebê kontrol bike, ku bi vê yekê hejmara giştî ya taxên ji çekdarên opozîsyonê hatine kontrolkirin gihêşt 50 taxî.

Navenda Himêmîm a Rûsî li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî operesyona duh ya artêşa Sûriyê, karî ji sedî 70 ji taxên rojhilatê Helebê ji çekarên opozîsyona wî welatî kontrol bike.

Di daxuyaniyê de hat jî, ku di 24 demjimêrên bor de 66 çekdarên opozîsyonê ji taxên rojhilatê Helebê vekişiyan. Herwiha hezar û 224 kesên sivîl jî ji taxên di bin kontrola opozîsyonê derketin û berên xwe dan taxên ewle yên bajêr.

Ji aliyê xwe jêderên fermî yên Sûrî ragihandin, ku yekîneyên artêşa Sûriyê û hêzên pê re taxa Nêreb li başûrê Keleha Helebê û heta taxa Cib El-Qibe kontrol kirin. Herwiha karên ala Sûriyê li ser deriyê sereke yê Keleha Helebê û “Qesr Edlî” ya kevin bilind bikin.

Nêzîkî mehekê ye rejîma Sûriyê û mîlîşyatên ser bi wê ve û bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê dest bi operasyonekê li taxên rojhelatê Helebê yên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de kirine. Di encam de bi sedan kes hatine kuştin û zêdeyî 50 hezar sivîl koçber bûne.