6 leşkerên Tirk li Babê birîndar bûn

Li Rojavayê Kurdistanê devera Babê êriş li opozîsyona Sûriyê û leşkerên Artêşa Tirk hat kirin û di encamê de 6 leşkerên Tirk û hejmarek çekdarên Artêşa Azad birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Rojavayê Kurdistanê devera Babê ya bakurê rojhilatê Helebê êriş li opozîsyona Sûriyê û leşkerên Artêşa Tirk hat kirin û di encamê de 6 leşkerên Tirk û hejmarek çekdarên Artêşa Azad birîndar bûn.

Ev 107 roj in ku Artêşa Tirk tevî hin komên opozîsyona Sûriyê ketin Rojavayê Kurdistanê. Hat ragehandin îro li devera Babê êriş li leşkerên Tirk hat kirin û di encamê de 6 leşker birîndar bûn.

Di êrişa DAIŞ de kuştî û birîndarên opozîsyona Sûriyê hene û birîndar bo dermankirinê gihandin nexweşxaneyên Kilîsa ya Bakurê Kurdistanê.

Duh jî li Babê, di encamê êrişeke bombeyî de 2 leşkerên Artêşa Tirk hatibûn kuştin, 6 leşker jî birîndar bûbûn.