Parlamenterên Ewropayî: Girtina HDPyiyan antîdemokratîk e

Komeke parlamenter û serkirdeyên siyasî yên Ewropayî bi mebesta serdana Hevserokê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş hatin Tirkiye. Lê belê ji ber ku Wezareta Dadê ya Tirkiyê destûr neda parlamenterên Ewropayî nekariyan ku biçin cem Demîrtaş. Parlamenterên Ewropayî ragihandin ku girtina hevkarên wan antîdemokratîk e û bangî Yekîtiya Ewropayê jî kirin ku bila guftûgoyên xwe digel Tirkiyê bidin rawestandin.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Komeke parlamenter û serkirdeyên siyasî yên Ewropayî bi mebesta serdana Hevserokê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş hatin Tirkiye. Lê belê ji ber ku Wezareta Dadê ya Tirkiyê destûr neda parlamenterên Ewropayî nekariyan ku biçin cem Demîrtaş. Parlamenterên Ewropayî ragihandin ku girtina hevkarên wan antîdemokratîk e û bangî Yekîtiya Ewropayê jî kirin ku bila guftûgoyên xwe digel Tirkiyê bidin rawestandin.

Parlamenterên ji partiyên cuda yên ji Danîmarka, Swêd, Fînlandiya, Norweç digel parlamenterên HDPyî ji bo ku serdana Hevserokê HDP'ê Selahatîn Demîrtaşê ku di girtîgeha Edîrneyê de dimîne bikin, hatin ber girtîgehê. Ji ber ku wezareta Dadê ya Tirkiye destûr nedabû parlamenterên Ewropayî, bi tenê parêzer û parlamenterên HDPyî çûn ba Demîrtaş.

Piştî hevdîtinê parêzeran derbarê rewşa Demîrtaş de daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Celal Dogan got: “Rewşa tenduristiya wan baş e. Kêşeya wan a herî mezin ew e ku, di jûreya takekesî de dimînin. Dixwazin ev kêşe bê safîkirin. Ji bo safîkirina vê me serî li dadgehê da. Em li benda biryara dadgehê ne. Lê xaleke girîng heye ku li ser daxwaza aştiyê bi biryar in.”

Parlamenterê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan wiha anî ziman: “Bêhiqûq di hepsê de dîl hatine girtin. Gelê me û hemû kes jî di wê bîr û baweriyê de ne ku ji bo aştî û çareseriyê cihê parlamenteran ne zîndan e cîhê parlamenteran parlamento ye.”

Parlamenterên Ewropayî jî amaje kirin ku, ew ê nêrînên xwe yên li vir ên li ser parlamenterên girtî li welatên xwe vebêjin û ji ber girtina parlamenteran gelek metirsîdar in.

Serokê Partiya Sosyalîst a Norweçê Audun Lysbakken got: “Em ji rewşa niha ya li Tirkiyê pir metirsîdar in. Îro em ji bo piştevaniya HDP'ê bikin em hatin vêderê û heta bigihîjin azadiya xwe piştevaniya me dê berdewam be. Em ê heta hetayê vê meseleyê bişopînin. Em ê nêrînên xwe yên li vir ji gelê Norweç û partiyên siyasî re jî bêjin. Rewşa ku niha birêz Demîrtaş dijî ne tiştekî asayî ye.”

Seroka giştî ya Partiya Tifaq a Kesk û Sor a Danîmarkayê Penîla Skiper got: “Girtina parlamenteran derbeyeke ku li demokrasiyê hatiye kirin û li dijî vîna gel e. Ji ber vê em ê hewl bidin ku Ewropa têkiliyên xwe bi Tirkiyê re bide rawestandin. Em ê digel wezîrên xwe yên derve jî li ser vê meseleyê biaxivin. Me çend meh berê serî li sazîyên têkîldar dabû da ku em biçin ba Demîrtaş lê destûr nedan û em gelek xemgîn in.”

Alîkara Hevserokê HDP'ê Aysel Tugluk amaje kir ku, di girtîgeha Edîrneyê de gelek kes ji bo şermezarkirina şert û mercên girtîgehê û bo Demîrtaş weke veguherî dest bi greva birçîbûne kirine.