Artêşa Sûriyê ji sedî 93 Heleb kontrol kiriye

Wezareta Bergîriya Rûsya daxuyanyek belav kir û tê de diyar kir, ku artêşa Sûriyê kontrola ji sedî 93 ji bajarê Helebê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Wezareta Bergîriya Rûsya daxuyanyek belav kir û tê de diyar kir, ku artêşa Sûriyê kontrola ji sedî 93 ji bajarê Helebê kir.

Berpirsê di Wezareta Bergîriyê ya Rûsya de Sergey Rodiskey ragihand, artêşa Sûriyê karî bi rêjeya ji sedî 93 ji taxên rojhilatê Helebê û Heleba Kevin ya ku di destê opozîsyonê de bûn, kontrol kir.

Herwiha Rodiskey diyar kir ku, 10 hezar û 500 kesên sivîl ji taxên rojhilatê Helebê derketine, ku di nava wan de 4 hezar zarok hene. Herwiha 30 çekdarên opozîsyonê jî çekên xwe radest kirine.

Li gor jêderên meydanî jî, ku nêzîkî 10 hezar k.m çargoşe li rojhilatê Helebê di destê çekdrên opozîsyonê de maye.

Tevî ku Rûsyayê raghandibû ku wê operasyonên xwe yên asmanî li rojhilatê Helebê rawestandine, lê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, bomberbarana taxên dorpêçkirî berdewam bûn û di encamê de kuştî û birîndar jî ketine.