Hêzên Tirkiyê ji Iraqê vedikişin

Piştî bidawîbûna operasyona rizgarkirina Mûsilê, hêzên Tirkiyê ji Iraqê vedikişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî bidawîbûna operasyona rizgarkirina Mûsilê, hêzên Tirkiyê ji Iraqê vedikişin.

Di pêwendiyeke telefonî de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hevşanê wî yê Tirkî Binalî Yildirim operasyona rizgarkirina Mûsilê gotûbêj kirin.

Di wê pêwendiyê de, Yildirim pesna serkeftina van dawiyan yên hêzên Iraqî da û Ebadî jî ragihand, piştî şerê Mûsilê, hêzên Tirkiyê ji Iraqê vedikişin û hêvî xwast ku pêwendiyên herdu welatan di warê siyasî û aborî de berdewam bin.

Ev helwesta Serokwezîrê Tirkiyê, piştî wê yekê tê ku ji ber sedema hebûna yekîneyên artêşa Tirkiyê li nêzîkî bajarokê Başîkê, aloziyên mezin di navbera Bexda û Enqerê de derketin.

Di demên dawî de jî, desthilatên herdu welatan li ser astê bilind bi tundî li dijî hev daxuyanî dan, bi taybetî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, ku bi zimanekî tûj rexne li Ebadî girt. Di hemberê de jî Ebadî bi tundî bersiva Erdogan da.

Erkê sereke yê Yekîneyên leşkerî yên Tirkiyê li navçeya Başîkê, perwerdekirin û rahênankirina çekdarên Heşda Niştimanî yên Sûne li Mûsilê bû, ku navê xwe guhart û kir Pasawanên Neynewayê.