HDPê êrîşên Stanbolê şermezar kir

Li Stenbolê di encama du teqînan de 38 kesan canê xwe ji dest da û 155 kes jî birîndar bûn. HDPê bi daxuyeniyeke nivîskî ev êrîş bi awayekî tund şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê di encama du teqînan de 38 kesan canê xwe ji dest da û 155 kes jî birîndar bûn. HDPê bi daxuyeniyeke nivîskî ev êrîş bi awayekî tund şermezar kir.

HDPê di daxuyaniya xwe de êrîşa ku li Stnebolê pêk hat bi şêwazeke tund şermezar kir û ji ber wan kesên canê xwe ji dest dane xemgîniya xwe anî ziman.

Ji Tirkiye û malbatên kesên canê xwe ji dest dane piştî ku rahmet û sabir hate xwestin di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, ji bo dawî lê anîna êşên bi vî rengî û rûdana bûyerên wiha pêwîst e, herkes çi jê tê bike. HDPê da zanîn ku hem di polîtîkaya hundir û ya derve de li ser navê mafên mirovan, demokrasi û aştiyê bibe welatekî mînak, ji wê jî giringtir û wedetir divê Tirkiye bibe aktorekî polîtîk.

Herwiha di daxuyaniya HDPê de, daxwaza dawî lê anîna şêwaza rageşî, ji hev cûda bûn, dijminatî û polîtîkayên ku rê li ber şer û pevçûnan vedike hatiye kirin. Ev yek jî wek gava yekem ji bo pêşîlêgirtina rûdanên neyînî hatiye destnîşankirin.