Demîrtaş teqîna Stenbolê şermezar kir

Teqîn ji aliyê TAKê hatibû encamdan.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê teqîna Stenbolê bi rêya parêzerê xwe daxuyaniyek belav kir, tê de ew  teqîn bi tûndî şermezar kir.

Di daxuyaniya Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş de wiha hatibû gotin:"Her çiqas şert û meşîn me zehmet bin jî divê em dev ji parastina aştiyê bernedin û divê em hêviyên xwe wenda nekin divê em welatê xwe bigehînin aramiyê."

Herwiha Demîrtaş ew teqîna ku, berî du rojan li bajarê Stnbolê qewimî bû û di encam de 44 kesan canê xwe ji dest dan bi komkujî bi nav kir.

Berî du rojan teqînek bi rêya otombîlekê bajarê Stenbolê hejand di encam de 44 kesan canê xwe ji dest.

Teqîn ji aliyê TAKê hatibû encamdan.