Putîn û Erdogan derbarê Helebê de bi telefonê axivîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Vîldîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi riya telefonê axivîn.
Li gor jêderên Serokomariya Tirkiyê her du serokan Erdogan û Putîn pirsgirêka Helebê axifîne. Ji bo mayîndekirina agirbesta hatî ragihandin û li ser pêvajoya derxistina sivîlan û hêzên opozîsyonê ya ji nav Helebê danûstandin hatine kirin.
Erdogan ji Putîn re diyar kiriye ku, Tirkiye ji bo her cûre alîkariyên mirovî amade ye û bergirî wergirtiye.
Duh Tirkiye û Rûsyayê navbênkariyek derbarê ragihandina agirbestekê li Helebê kirin, bi armanca derketina xelkê sivîl û çekdarên opozîsyonê ji taxên Helebê, lê îro çareke din şer û pevçûn derketin.