Çekdarên Helebê bo Idlibê tên veguhastin

Efserên Rûsî û karmendên Xaça Sor yên li Helebê, dest bi derxistina 5 hezar çekdar û malbatên wan ji taxên rojhilatê Helebê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Efserên Rûsî û karmendên Xaça Sor yên li Helebê, dest bi derxistina 5 hezar çekdar û malbatên wan ji taxên rojhilatê Helebê dikin.

Artêşa Rûsyayê di daxuyaniyekê ragihand, proseya derxistina çekdarên li taxên rojhilatê Helebê ligel malbatên wan bo Idlibê dest pê kir.

Çekdarên birîndar bi hevbeşî di navbera navenda aştiyê ya Rûsyayê û Xaça Sor ya navdewletî hên veguhastin.

Di daxuyaniyê de hatiye, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin 20 bas û 10 ambulance bo veguhastina çekdaran ji taxên rojhilatê Helebê hatine terxankirin.

Daxuyaniyê amaje kir, derxistina çekdar û malbatên wan ve ji taxên rojhilatê Helebê, piştî rêkeftineke nû hatiye.

Rêkeftina berê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de bo derxistina çekdaran, ji ber nerazîbûna hevlbendên rêjîma Sûriyê ji wan mîlîsyatên Îranî têk çûbû, ku şer û pevçûn çareke din li Helebê derket.

Piştî rêkeftina nû ya derxistina çekdar, sivîl û birîndaran ji taxên rojhilatê Helebê, Serokê Îranê Hesen Rûhanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokê Sûriyê Beşar Esed kir û serkeftina li Helebê wek gava yekem ya bidawîbûna teroristan û neyarên Esed binav kir.

Mehek e rejîma Sûriyê û mîlîşyatên Îranî û bi piştevaniya Rûsyayê êrîşeke tund li ser taxên rojhelatê Helebê destpê kirine, di encam de ji sedî 95 ji taxên Helebê kontrol kirine û bi sedan kes hatine kuştin û zêdeyî 50 hezar sivîl koçber bûne.