Qamişlo.. Çalakiyek ji bo piştgiriya sivîlên Helebê

Ji bo piştgiriya sivîlên bajarê Helebê û gihandina alîkariyên mirovî ji kesên koçber û dorpêçkirî re, hejmarek ji saziyên civaka sivîl li Rojavayê Kurdistanê di riya daxuyaniyan re daxwaza alîkariya kesên sivîl li Helebê kirin. Herwiha doz ji Netewên Yekgirtî kirin, da kerîdorên mirovî ji bo hewarçûna sivîlan vekin. Berpirsê yek ji van saziyan amaje bi wê yekê jî dike ku pêwîst e birîndar û jin û zarokên Helebê parastî bimînin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Ji beriya nêzî mehekê ve artêşa Sûriyê digel hevkariya firokeyên Rûsiya dest bi kontrolkirina taxên rojhilatê Helebê kir, di encama şer de bi sedan xelkên sivîl di malên xwede dorpêç man û bûne armanca mûşek û topên artêşa Sûriyê.