Proseya derxistina sivîlan li Sûriyê careke din dest pê kir

Berî niha ew prose bi serneketibû.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî rawestandina proseyê careke din proseya derxistina çekdaran û welatiyên sivîl di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê dest pê kir.

Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragehand ku, 10 bas welatiyên sivîl ji gundên Fûa û Kefreya li nêzîk parêzgeha Îdilibê veguhestin bo navçeyên di bin desthelata rejîma Sûriyê de.

ji aliyê xwe Televizyona fermî ya rejîma Sûriyê giheştina 10 basan bo navçeyên dibin desthelata rejîma Sûriyê de ragehand.

Herwiha li gor daxuyaniya rewangehê  5 bas û di ambulans 450 welatiyên sivîl ji taxên rojhelatê Helebê ber bi taxên rojavayê bajêr ve birin .

Rêkeftina berê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de bo derxistina çekdaran, ji ber nerazîbûna hevlbendên rêjîma Sûriyê ji wan mîlîsyatên Îranî têk çûbû, ku şer û pevçûn çareke din li Helebê derket.

Mehek e rejîma Sûriyê û mîlîşyatên Îranî û bi piştevaniya Rûsyayê êrîşeke tund li ser taxên rojhelatê Helebê destpê kirine, di encam de ji sedî 95 ji taxên Helebê kontrol kirine û bi sedan kes hatine kuştin û zêdeyî 50 hezar sivîl koçber bûne.