Esed bi alîkariya kompaniyên welatên Rojava çavdêriya çalakvanên Şoreşê dikir

Di nav de kopaniyên Almanyayê jî hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor raborteka rêxistina “parastina taybetmendiya Navdewletî” hatiye aşkerkirin, kompaniyên Welatên Rojava di nav de jî Almanya bo destkeftinên û qazancên xwe piştgiriya rejîma Sûriyê bi serokatiya Beşar Esed kirbûn ku, sîstema çavdêriyê di nav wî welatî de bo Esed asan be û kontirolbike.

Di dema  serkirdeyên Welatên Rojava de derbarê rewşa Helebê daxuyaniyên  nerazîbûnû didin û metrisiya xwe li ser sivîlan dikin, Hêzên rejîma sûriyê û alîgirên wê taxên rojhelatê Helebê piştî dorpêçkirina bi selan û berdewamiya kuştina sivîlan kontirol kirin.

Di heman demê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry amaje bi denûstandinên ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov û têkçûna wan dikir, Şêwermenda Almanyayê  Engela Merkel di gotarekê de bi tûndî  têkçûnên civaka navdewletî derbarê Sûriyê de şermazar dikir.

Tevê ku, Beşar Esed hevpeymanê Rûsyayê ye lê hin kopaniyên Rojava û ji demeke dirêj qazencan ji piştgiriya wan ji rejîma Esed re werdigrin, wan kompaniyan li gor raporteke rêxistina parastina taybetmendiya Navdewletî  ku, navenda wê li Lendenê ye aşkerekir ku, wan kompaniyan di nav de jî kompaniyên Almanî alavên çavdêriyê dane rejîma wî welatî taybet jî sala 2011ê.

Di wê raoportê de tê aşkerekirin ku, çawa kompaniya RCS-SPA y aÎtalî û kompaniya VASTech ya Efrîqa Başur mezintirîn piştgirê Esed bû di şerê wî yê li dijî sivîlan.

Almanyay jî roleke xwe di vê yekê de hebû, li gor raporê kompanya AGT ku, navenda wê li Dubey ye gelek alavên çavdêriyê firotine rejîma Sûriyê, herwiha tevî qedexekirina firoktina alavên Amerîkî bo Sûriyê lê kompaniyên wî welatî jî di sala 2008-2009 de alav firotine rejîmê.

Berî şoreşa Sûriyê rejîma Esed ne dikaribû çavdêriya çalakvan û siyasetmedaran bike,lê kompaniyên Rojavayî alîkariya wî kirin bi danîna wan sîstemê çavdêriyê ku, heta niha ew system kar dike.