Li Tedmurê 23 çekdarên mîlîşyatan hatin kuştin

23 çekdarên mîlîşyatên bi ser hêzên rêjîma Sûriyê ve li nêzîkî bajarê Tedmurê hatin kutin.

K24 – Navenda Nûçeyan

23 çekdarên mîlîşyatên bi ser hêzên rêjîma Sûriyê ve li nêzîkî bajarê Tedmurê hatin kutin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragehand, 23 çekdarên mîlîşyatên bi ser hêzên rêjîma Sûriyê ve di encama şerê di navbera wan û çekdarên DAIŞê de li firokxaneya Tuyfor nêzîkî bajarê Tedmurê hatin kuştin.

Herweha li gor heman jêderê, di encama ketina firokeyekê ji aliyê grûpên tundrew ve nêzêkî heman firokxaneyê 2 efserên rêjîmê hatin kuştin.

Herweha Rewangehê aşkere kir ku, niha şer di navbera herdu aliyan de li heman devere berdewam e.

Roja 10 Berçele û piştî şerekî di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de ku bêhtir ji 50 leşkerên artêşa Sûriyê hatine. Careke din DAIŞ karî derbasî bajarê Tedmurê li nava Sûriyê bibe.

Bajarê Tedmûrê bajarekî dîrokî ye, di Gulana 2015an de ji aliyê DAIŞê ve hate kontirolkirin, piştî wê Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê karî di Adara 2016an de ji bin destê DAIŞê bistînin.