3 teqîn li Mûsilê: 36 kuştî û 60 birîndar

Berpirsên Iraqî ragihandin, zîncîreyeke teqînan li navçeyên rizgarkirî yên aliyê çepê Mûsilê rû da, di encamê de 36 kes hatin kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên Iraqî ragihandin, zîncîreyeke teqînan li navçeyên rizgarkirî yên aliyê çepê Mûsilê rû da, di encamê de 36 kes hatin kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûn.

Jêderên ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin, li navçeya Gokcelê ku yekem tax bû li aliyê çepê Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatibû rizgarkirin, sê xwekujan bi otombîlên bombebarkirî armanc kirin. di encamê de 36 kes hatin kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê ragihand, di wan êrîşan de hêza Dijeterorê û bazara Gogçelê hate armanckirin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê bi beşdariya 100 hezar leşker ji hêzên Iraqê, Kurdistanê û tîmên Amerîkî û bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir. Heta niha çarîkek ji bajarê Mûsilê hatiye kontrolkirin, lê demek e ti pêşveçûnên balkêş yên hêzên Iraqî li aliyê çepê yê Mûsilê nebûne.