Gelo çima li Bakur zimanê bazarê Tirkî ye?

Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê, zimanê fermî zimanê Tirkî ye, ev yek dibe sedem ku zimanê Kurdî li herêmê zêde neyê bikaranîn. Tevî ku zarokên ASSIGNID bakur heta heft saliya xwe bi Tirkî nizanin jî, ji destpêka dibistanê û bi şûn ve dest bi bikaranîna zimanê Tirkî dikin û êdî zimanê Kurdî tercîh nakin. Zimannasên Kurdî, bikarneanîna ziman a nav nifşên nû, wekî xetereya pêşeroja zimanê Kurdî dinirxînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê, zimanê fermî zimanê Tirkî ye, ev yek dibe sedem ku zimanê Kurdî li herêmê zêde neyê bikaranîn. Tevî ku zarokên ASSIGNID bakur heta heft saliya xwe bi Tirkî nizanin jî, ji destpêka dibistanê û bi şûn ve dest bi bikaranîna zimanê Tirkî dikin û êdî zimanê Kurdî tercîh nakin. Zimannasên Kurdî, bikarneanîna ziman a nav nifşên nû, wekî xetereya pêşeroja zimanê Kurdî dinirxînin.

Gundê bi navê Pornagê yê bi ser Çinara Diyarbekirê ve ye. Li vî gundî jî heta 7 saliyê zarok bi Tirkî nizanin. Cemîl Kaya yê 68 salî, bi zarok û neviyên xwe re bi Kurdî diaxive. Kaya dibêje; "Pêwîst e dayîk û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.  Li gorî Cemîl Kaya, ji xwe zarok li dibistanan û li ber televizyonan hînî Tirkî dibin, a girîng fêrkirina Kurdî ye."

Cemîl Kaya dibêje: "Dema ku di nav malê de dayîk û bavê zarokan bi wan re bi Kurdî neaxivin û bi Tirkî biaxivin, dê hingê ew zarok çawa hînî Kurdî bibin. Kesê ku bibêje ez Amedî me, ez Diyarbekirî me, yan ez Mêrdînî yan jî Colemêrgî me,  jê re ferz e ku Kurdî bizanibe."

Niştecihên gundan dibêjin, zimanê Kurdî di nav jiyana xwezayî ya gundan de tê parastin. Zarok bi Kurdî dilîzin û dijîn. Şîrîn Kaya jî çîrokên ji bav û kalên xwe hîn bûyevediguhêze zarokên xwe. Kaya dibêje; "Divê zarokên Kurdan bi zimanê Kurdî werin mezinkirin da ku di pêşerojê de jî xwe nas bikin."

Herwiha Şîrîn Kaya got anî ziman: "Kesên ku îro zarokên wan nizanibin bi Kurdî biaxivin, divê bifikirin û ji xwe bipirsin bê ka ji ber çi ev kêmasiya zarokên me heye, sedema vê kêmasiyê ji zarokên me ne yan ji ber me ne?Lê dema mirov hizir bike, diyar e ku ev kêmasiya dayîk, bav û mezinan e."

Di salên 1990'î de ji ber şerê di navbera Dewleta Tirkiye û PKK'ê de bi hezaran gundhatin valakirin û niştecihên van gundan li bajaran bi cih bûn. Civaknas dibêjin;  ji ber ku li bajaran zimanê pêwendiyê bi Tirkî bû, zarokên Kurdên ku koçî bajaran kirine jî êdî neçarî axaftina Tirkî bûn. Akademîsyen û zimannas Şerîf Derînce dibêje;civaka Kurdan di salên dawîn de  zêdetir balê didin zimanê Kurdîû xwepişaftinê  kêm dibe.

Akademîsyen û Zimannas Şerîf Derînce di vê derbarê ji K24ê re got: "Desthilardarî bi pişaftinê, bi piçûkxistinê çandekê çêdike. Yan kes zimanê xwe bêqîmet dibîne, hêjayî axaftinê û bikaranînê nabîne yan jî jê ditirse. Dibêje heger ez bi kar bînim, dê tiştek bê serê min. Heger zarokên min bi kar bînin, nikarin bibin xwedî kar, nikarin xwe bigihînin derfetên desthilatdariyê , nikarin bixwînin."

Li Diyarbekirêbi taybetî zimanê kesên navsere bi Kurdî ye, lê zimanê ciwanan bi Tirkî ye. Zimannas amaje dikin ku bajêr guhestina zimên a ji nifşekê bi nifşa din qut dike. Ji ber ku nifşê nûbaş bi Kurdînizane, bi peyvên Kurdî û Tirkî diaxive. Wekî mînak; te mektup yazmîş kir, te çima ez aramîş nekirim, televîzyonê kapatmîş bike.

Ji ber ku di salên dawî de qedexeyên li ser zimanê Kurdî sivik bûn, materyalên bi Kurdî zêdetir hatin weşandin û televizyonên ku bi Kurdî weşanê dikin, zêdetir bûn, ev yek ji aliyê pêşvebirina zimanê Kurdî ve bû gaveke erênî û bi vî awayî hindik be jî di nav gel de hişyariyek peyda bû. Xebatên ku girîngiya zimanê Kurdî kir rojeva Bakûr, bû sedem ku polîtîkayên şermkirina ji zimanê dayîkê yan jî nêrîna zimanê Kurdî ya gundîtiyê, bi temamî têk çû.