Şoygu: Kar bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dikin

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyê dibêje, dibe hejmarek ji hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin û rêkeftina agirbestê îşev dikeve warê cîbicîkirinê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyê dibêje, dibe hejmarek ji hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin û rêkeftina agirbestê îşev dikeve warê cîbicîkirinê de.

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyê Sêrgî Şoygu îro ragihand, îşev piştî demjimêr 00:00, ango 30 Berçele rêkeftina agirbestê dikeve di warê cîbicîkrinê de û ew niha kar jî dikin ji bo vekişandina hejmarek ji hêza Rûsî ji Sûriyê, dibe jî di demên pêş de hejmarek ji wê hêzê ji Sûriyê vekIşînin.

Şoygu derbarê rêkeftina agirbestê li Sûriyê aşkere kir, 7 grûpên çekdar yên opozîsyonê yên bi rêjîmê re li ser agirbestê îmza kirine, ku hejmara wan çekdarên zêdetirî 60 hezar çekdarî ne.

Herwiha Şoygu amaje kir jî, grûpên ku rêkeftin îmze nekirine, dê wek grûpên terorîst bên hejmartin.

Serokê Rûsyayê Viladîmir Putîn ragihand, rêjîma Sûriyê û opozîsyonê li ser agirbesteke giştî li tevahiya Sûriyê rêkeftin, ku dê îro di nîvê şevê de dest pê bike.