Gule di nav hesin re jî derbas bûn

Polêsên Stenbolê ji bo girtina terorîstê ku li klubeke şahiyê 39 kesî kuşt seferber bû. Heta niha 16 gûmanbar hatine destserkirin. Jina êrîşkar jî li Konyayê hat desteserkirin û ew anîn Stenbolê.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Polêsên Stenbolê ji bo girtina terorîstê ku li klubeke şahiyê 39 kesî kuşt seferber bû. Heta niha 16 gûmanbar hatine destserkirin. Jina êrîşkar jî li Konyayê hat desteserkirin û ew anîn Stenbolê.

Êrîşkarê ku hemwelatiyê Kirgizîstanê ye digel jina xwe û du zarokên xwe hatiye Stenbolê ji vir jî çûne Konyayê û malbata xwe li vir dihêle vedigere Stenbolê. Li qada Taqsîmê jî wêneyên xwe girtiye. Li gor pisporan êrîşkar gelek profesyonel e û guleyên taybet bi kar aniye. Rêvebirê giştî yê klubê Alî Ûnal jî ku wek şahidê wê şevê ji K24 re axivî: “Çekê ku di destê hêrîşkar de çekekî cûda bû. Gule di nav hêsin re jî derbas dibûn. Wekî kuçikekî har û dîn bû. Bê navber li her derê direşand. Kesî nedikarî li hemberî vê bisekine.”

Gerînendeyê klûbê Alî Unal dema behsa bûyerê dikir jî, hêj di bin tesîra wê şevê de bû û got: “Di wê navberê de ez li ber derî bi telefonê diaxiviyam. Ji nişka ve gule ser me de hat reşandin. Hêrîşeke gelekî hêwilnak bû. Di hûndir de ji gelek deverên cîhanê mêvanên me hebûn. Herkes ber bi aliyekê ve reviya, wekî filmekî tirsnak bû.”

Ûnal bal kişand ser kêmasiya ewlekariyê û ragihand ku wê şevê dema diçû kar li ser rê 3 caran ji hêla polêsan ve hatiye rawestandin, lê belê ev êrîşkar tevî ewqas tedbîran çawa heta ber klubê hatiye.

Ji aliyê din ve cenazeya 3 kesî bo Hewlêrê hatin şandin. Dermankirina ji 3 brîndarên Kurdistanî bi dawî bû niha dermankirina 1 brîndar ku xelkê Silêmaniyê ye hêj berdewam e.

Sekreterê Yekem ê Serkonsolosê Iraqê yê Stenbolê Amad Rasul di vê derbarê ji K24ê re got: “Bi rastî roja yekem dema em ji aliyê parêzgeriya Stenbolê ve hatin agahdarkirin ku hinek hemwelatiyên Iraqî di nav bûyerê de mane. Li ser vê agahiyê me jî dest bi pêwendiyan kir. Piştre em çûn nexweşxane û saziyên bijîşkî û me bihîst ku 3 hemwelatiyên Iraqî hatine kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.”

Sekreterê yekem ê Serkonsolosê Iraqê yê Stenbolê Amad Rasul jî da zanîn ku ji destpêka rûdanê heta niha her tim digel berpirs û malbatan di nav têkiliyê de bû û alîkariyên pêwîst bo xelkê xwe kirine.

Herwiha Rasul got: “Divê di demên wiha de xelk baş werin agahdarkirin. Kesên diçin cihê ku metirsî tê de heye bila baldar bibin. Hemû konsolxane jî hemwelatiyên xwe bi mebesta parastina ewlehiyê, xelkê xwe agahdar dikin jî.”

Di êrîşa terorî de 39 kes canê xwe ji dest da û 65 kes jî birîndar bûn.