Esed: Amade ne her tiştekî gotûbêj bikin

Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, hikûmeta welatê wî amade ye li ser her tiştekî di danûstandinên Astana de gutûgoyê bike, lê ew nizanin kî yê nûneratiya opozîsyonê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, hikûmeta welatê wî amade ye li ser her tiştekî di danûstandinên Astana de gutûgoyê bike, lê ew nizanin kî yê nûneratiya opozîsyonê bike.

Serokê Sûriyê Beşar Esed ji ajansên Fransî re ragihand, agirbesta ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de bo Sûriyê berî danûstandinê Astanayê de hatiye ragihandin, tê binpêkirin. Herwiha Esed got jî, rola artêşa Sûriyê ew e navçeyên li derdora Şamê û jêderên avê ji çekdarên opozîsyonê kontrol bike.

Li ser pirsa, hikûmeta amade ye di danûstandinan li ser rewş Esed di desthilatê de bike, Esed got: “Posta min bi destûrê ve girêdayî ye. Destûr jî derbarê mîkanîzma gihêştina serok bo desthilê yan çûna wî ji desthilatê de zelal e. Herger ewên dixwazin posta min gotûbêj bikin, bila bi destûrê gotûbêjê bikin.”

Herwiha Esed amaje bi wê yekê kir jî, her tiştek di destûrê de bê guhartin, pêwîstiya wê bi referandûmê heye, ev yek jî vediger gelê Sûriyê.

Di meha borî de rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê karîn tevahiya Helebê kontrol bikin û li gor rêkeftinekê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de zêdetirî 34 hezar çekdar û sivîl ji taxên rojhilata Helebê derketin û li parêzgeha Idlibê hatin bicihkirin.

Piştî rêkeftina sêalî, biryar e ku di nava vê mehê de civîneke danûstandinê di navbera opozisyon û rêjîma Sûriyê de li Astana paytexta Kazixistanê lidar bikeve. Ew danûstandin li destpêşxeriya Rûsya hatiye û bê amadebûna Amerîka birêve diçe.