Erdogan: Me nehêşt Efrîn û Kobanê bigihin hev

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, rexneyên tund li welatên Ewropa û rojava girt û da xuyakirin, penaxwaziya mazlûmên Sûriyê nayê qebûlkirin, lê bo endamên Cemaeta Gulen û PKKê heta dawî derî tên vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, rexneyên tund li welatên Ewropa û rojava girt û da xuyakirin, penaxwaziya mazlûmên Sûriyê nayê qebûlkirin, lê bo endamên Cemaeta Gulen û PKKê heta dawî derî tên vekirin.

Erdogan, di 9'emîn Konferansa Balyozan de axivî û got, li Ewropa gelek alî bi hewldana derbeya serbazî kêfxweş bûn û endamên rêxistina terorê li hin welatên Ewropa wek mazlûman tên pêşwazîkirin.

Her wiha rexne li Amerîka girt ku, kesên li Tirkiyê bi kiryarên terorê tên tometbarkirin, li Amerîka dibin rêveberên zanîngehan û ev yek kiryarên dostanî û hevalbendî nînin.

Erdogan da xuyakirin, bi operasyona Cerablûsê rê li pêş gihandina Kobanê û Efrînê girtine û hember pêşketinên Iraqê jî bêdeng namînin.

Erdogan got, ew di wê baweriyê de ne ku, bi serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re danûsendinên xwe pêş bixin û di mijarên herêmî de jî gelek rê bigrin.