Nîqaşên li ser hilbijartina pêşwext

Serokê Partiya Tevgera Netewperst (MHP) Dewlet Bahçelî bi daxuyaniya xwe li ser hilbijartina pêşwext dîsa rojeva Tirkiyê guherand. Niha her çiqas li parlamentoyê dengdana destûrê berdewam bike jî nîqşa li ser hilbijartina pêşwext yek ji wan mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirin e.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Serokê Partiya Tevgera Netewperst (MHP) Dewlet Bahçelî bi daxuyaniya xwe li ser hilbijartina pêşwext dîsa rojeva Tirkiyê guherand. Niha her çiqas li parlamentoyê dengdana destûrê berdewam bike jî nîqşa li ser hilbijartina pêşwext yek ji wan mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirin e.

Tirkiye di heyameke gelekî krîtîk re derbas dibe. Niha li parlamentoya Tirkiyê dengdana guherîna pergala 94 salî tê kirin.  Li ser vê destûrê li parlamentoyê şer û pevçûn derdikevin û xebatên li parlamentoyê tê asta rawestînê. Wek ku rageşiya derbarê destûrê de ne bes bû niha jî mijara hilbijartina pêşwext kete rojevê.

Piştî ku Bahçelî qala hilbijartina pêşwex kir, Serokomar Erdogan jî bal kişande ser wê mijarê û got dema parlamento kar neke, ew dikarin lê bifikirin. CHPê jî diyar kir ku di şûna rejim bê gujerandin de ew ji hilbijartinê re hene. HDPê jî da zanîn ragihandina biryara hilbijartina pêşwext biqasî derbaskirina destûrê zor e û zehmet e. Zanistê siyasetê Sarp Balci li ser mebesta nîqaşkirina hilbijartina pêşxwex bîr û boçûnên xwe raber kir.

Şîrovekarê Siyasî Sarp Balcı ji K24ê re li ser hilbijartina pêşwext axivî û got: “Hilbijartin çêtire. Dema ku parlamentoyeke ku bêhna xwe berda be û bi dilekî rehet biçe pêşberî gel hingî baştir wê karibe li ser destûrê an erênî an jî neyî propagandaya xwe bike û bi gel baştir bide fêmkirin. Lê niha nîqaşa vê yekê ne dirûste. Diviyabû beriya dengdana destûrê ev biryar bihata ragirtin. Niha çi tê gotin? Ji parlamenteran re dibêjin ger destûr derbas nebe tê wateya ku we karê xwe nekiriye. Loma hilbijartina pêşxwext wek gefekê derdikeve pêşberî parlamenteran.”

Parlamenterê ku ji MHPê hate dûrxistin Umît Ozdag diyar kir, hilbijartina pêşwext li dij parlamenteran wek amûra çewsandinê hatiye bikaranîn û AK Partî dixwaze di meha sermawezê de hilbijaritnê li dar bixe. Parlamenterê CHPê Deniz Baykal jî ragihand ku mebesta nîqaşa hilbijartina pêşwext ger wek gefekê be tiştekî nexweş e, ger tespîtek be jî ne di cih de ye. 

Rojnameger Nacî Sapan jî got: “Bi baweriya min ragirtina biryara hilbijartineke pêşwext ne mimkûne, hele di vê serdema ku guherîna destûrê li parlamentoyê tê dengdan. Lê hem Bahçelî hem jî Erdogan li dij parlamenteran wek gefekê vê mijarê bi kar tînin. Ji parlamenteran re dibêjin parlamenteriya we heta sala 2019an berdewam dike, lê dema ev destûr derbas nebe wê bi biryara hilbijartineke pêşwext dawî li parlamenteriya we bê.”

Li gorî zanistên siyasetê niha di dengdana destûrê de biryarên komî hatine qedexekirin. Ji parlamnteran re warekî xweser hatiye tayînkirin. Ev ji bo serdestiya demokrasiyê ya welatekî gaveke baş e. Lê di biryara hilbijartineke pêşwext de wê ev taybetmendiya parlamenteran were rakirin. Loma mijarên wek destûrê tekstên avakariyê ne. Divê bi rêkeftineke civakî biçin serî, yan na wê arîşeyên rêveberiyê derkevin û wê demokrasî darbeyeke xedar bixwe. Di pergaleke ku li parlamenter û gelan neyên guhdarîkirin de wê rejim jî bibe rejimeke zordest.