Holanda çaverêyî biryara Herêma Kurdistanê û Iraqê ye

Wezîrê Derve yê Holandayê Bert Koenders ragihand, hevkariyên wan ji hêza Pêşmerge re berdewam dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Holandayê Bert Koenders ragihand, hevkariyên wan ji hêza Pêşmerge re berdewam dibin.

Wezîrê Derve yê Holandayê Bert Koenders ji K24ê re ragihand, ku Holanda dê berdewam be li ser alîkarkirina hêza Pêşmerge, ew jî di riya herdu baregehên wan yên li Hewlêr û Bexdayê re.

Koenders got: “Min berî 3 hefteyan serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barznî re li ser pêşhatinê dawî yên navçê gotûbêj kir. Min serdana kampên koçber û penaberan jî û ji nêzîk ve rewşa wan şopand.”

Derbarê çarenivîsa Herêma Kurdistanê û serxwebûnê de, Koenders got: “Em rêzê li biryara her aliyekî digirin û çaverê ne bizanin Herêma Kurdistanê û Iraqê digihine çi biryarekê.”

Holanda di çarçoveya Hevpeyamniya Navdewletî de perwerdeya hêza Pêşmerge kir û alîkariyên mirovî pêşkêşî koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dike.