Gera yekem ya guhertina destûra Tirkiyê bidawî bû

Gera yekem ya guhertina destûra Tirkiyê bidawî bû. Her 18 xal jî di asta referandûmê de hatin qebûlkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gera yekem ya guhertina destûra Tirkiyê bidawî bû. Her 18 xal jî di asta referandûmê de hatin qebûlkirin.

Gera yekem ya pêşniyarnameya guhertina destûrê ku arasteyê Parlamentoya Tirkiyê hatibû kirin, hat qebûlkirin. Parlamento her xalek yek bi yek hilda dest û hemûyan ji 330 dengan zêdetir deng wergirtin.

Hat ragihandin, gera duyem ya tevahiya xalan di 18'ê mehê roja çarşemê de destpê bike û eger di wê derê jî jorî 330 dengan bigre dê yekser biçe rapirsiya gel.

Destûra Tirkiyê ku tê de 177 xal cîh digire bi tenê 18 xalên wê tê guhertin. Xalên nû zêdetir li ser pergala rêvebirinê ye. Lê belê di nav 18 xalan de derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de ku wek pirsgirêka herî mezin tê zanîn tu guhertinek ango xaleke nû tune ye.