Îsmaîl: Doza Kurdî ji girtin û zîndankirinê mezintir e

Berpirsê Rêvebir ê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl radigihîne, Doza Kurdî ji girtin û zîndankirinê mezintir e.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Berpirsê Rêvebir ê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl radigihîne, Doza Kurdî ji girtin û zîndankirinê mezintir e.

Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand û got: “Doza Kurdî ji girtin, zîndan û qurbaniyên ku em didin mezintir e. Yekrêziya Kurdî gelekî girîng e û stratîjîk e ji berjewendiyê gelê me re ye. Heger TEV-DEM û desthilata li ser erdê heye çendî pirsgirêkên ji gel re çê kiriye, kêm bike, ewê têkeve berjewendiya gel de.”

Îsmaîl got jî: “Bi hêvî ne ku zîndanî bên azadkirin û kêmasî û kiryarên bi mafê gel têne kirin bêne rakirin, ji ber ku gelek kiryar û binpêkirin di yasa û qanûnan de hene.”  

Berpirsê Rêvebir ê Polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ku ji roja 15 Tîrmeha 2016an de roja merasîma pêşwaziya cenazeyê şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî ve ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû binçavkirin, îro ji girtîgehên Rêveberiya Xweser serbest hate berdan.